Şoreşa di binyata de

Konferansa 1emîn, 6-7 Cotmeh 2018, Frankfurt

  • BernameROJA 1´emîn
    Vekirin
    Rûniştina l: Krîza Baviksalarî û Şerê Wê Yê Sîstematîk Li Dijî Jinê
  1. Zîrveya Pergala baviksalarî: Dijminahiya Kapîtalîzmê ya li dijî Jinê
    Bi qasî ku Jin di kapîtalîzmê de rastî kedxwariyeke kûr û qatqatî hatine di ti demên din ên dîrokê de
    nehatine. Bi netew-dewletê re kapîtalîzm bûye ifadeya herî bi dezgeh ya serdestiya mêr.
    Lewre di dema pergalbûyînê de civaka girêdayî çanda dayik-jinê ya ku wekî antîpoda wê ye ji holê
    rakiriye. Baş e, wisa be em têkiliya di navbera pergala baviksalarî û kapîtalîzmê çawa dikarin
    pênase bikin? Civaka serdestiya mêr di serdema kapîtalizmê de çima û çawa derxistine asta
    bilindtirîn? Û têkoşîna azadiya jinê ya ku karaktereke antîkapîtalîst pê re nîne, şensê wê heye gelo?

2. Krîza pergalê ya sedsala 21emîn: Di çarçoveya azadiya jinê de derfet û zehmetî
Pergala cîhana kapîtalîst bi qeyraneke binyadî ketiye sedsala 21emîn. Pergal, li gorî karaktera xwe
bi dijwartirkirina êrîşên xwe yên li ser dijberên xwe hewldide ji krîzê derkeve. Bi taybetî jî em
dikarin qala şerekî sistematik li dijî jinê bikin. Lê qeyran her tim jibo hemleyên xurt di nava xwe de
derfetan dihewîne. Di Krîza pergala baviksalarî de di vê çarçoveyê de jibo azadiya jinê kîjan risk û
derfet hene? Divê em qeyrana pergalê ya heyî çawa binirxînin?

3. Pêwendiya zayendperestî û kapîtalîzmê bi teslîsa pîroz re
Di modernîteya kapîtalîst de desthilatî, li gorî alavên birdozî her tim bi awayekî xwe ji nu ve
dihilberîne: Zayendperestî, netewperestî, olperestî û zanistî. Hebûna xwe bi esasî li ser van lingan
dide rûniştandin. Dema ev her çar di nav pêwendiyeke saxlem de ne jî hîmê hemû şiklên
desthilatiyê zayendperestî ye. Di navbera zayendeperestî û her sê lingên din yên modernîteya
kapîtalîst de têkiliyeke çawa heye? Û di têkoşîna li dijî zayendperestiya civakî de divê nêzîkbûna li
hember netewperestî, olperestî û zanistperestî çawa be?

Rûniştina II: Atolye

  1. Zêdebûna rejîmên faşist û bandoran wan li ser jinê
  2. Komkûjiya Jinê, tûndiya cinsî û xweparastin
  3. Ekolojî
  4. Civakên dayiksalarî û nasnameyên civakî
  5. Polîtîkayên penaberkirinê, koçberiya bi zorê û şer
  6. Mêtinkarî, modernîteya kapîtalîst û bandora li ser jinê
  7. Jinkirina feqîrtiyê û aboriya komûnal
  8. Jin û çapemeniya alternatîf
  9. Pratîkkirina teoriya me


Êvar : Mûzîk

ROJA 2´yemîn


Rûniştina III. : Têkoşîna Azadiya Jinê: Ji Fisê heta Kobanê, ji
Minbicê heta Reqqayê

  1. Felsefeya li piş qûtbûna ji pergala baviksalarî
    Em çawa gihaştin encama ku azadiya jinê ya ji Fîsê heta Reqqayê rê hatî ji azadiya welatekî bi
    rûmettir e? Rizgariya jinê û kûştina merê serdest jibo derbaskirina pergala baviksalarî çiqasî esasî
    ye? Netewa Demokratîk û Sosyolojiya Azadiyê di avakirina pêşeroja me de derfetên çawa derdixe
    holê? Jineolojî di nav vê de xwedî wateyeke çawa ye?

2 Avakirina pergala konfederal ya jinê: Bikaranîna felsefeyê
Pir pêwiste ku em deskeftiyên xwe bigihîjînin pergaleke domdar û berdewam. Lê jibo vê yekê divê
tiştekî din deynin cihê stûnên herî girîng yên pergala baviksalarî. Girîngiya rêxistinbûyîn, perwerde,
aboriya komûnal ya ekolojik, girîngiya saziyên derveyî dewletê (tevî pergala hevserokatiyê) û rêyên
jiyankirina wan.

3. Çima ne parastin lê xweparastina jinê:Mît, riyakarî û heqîqet
Hem tekedestiya bi darê zorê ya şiklên cûda yên dewletê di dîrokê de û netew dewletan, hem jî
şîddeta bêsînor û zêde û analîza kêm ya rêxistinên şoreşger nêzîkbûna me ya xweparastinê teşedaye.
Qey me qet xwe ne parastiye, an jî divê kesên din me biparêzin? Ger wisa be çima? Û kî şîddetê li
ser me ferz dike? Divê em nêzîkbûna xwe ya derbarê xweparastinê de çawa terîf bikin û îfade
bikin? Jibo ku venegere şiklê şîddeta baviksalarî ya ku em naxwazin divê em tedbîrên çawa bigirin?

Rûniştina IV.: Herêmên cûda û tîkoşînên gerdûnî: Tevgerên jin
tecrûbeyên xwe parve dikin

  1. Ji qralîçeyên heydûtan ber bi çeteyên helesor: Berxwedana poskolonyal ya jinên Hîndîstanê
    li dijî tûndiya mêr û tecawûzê

    Hindîstan, yek ji dewleta ku lihevketina zayendperestiya civakî û çanda jin herî zêde berbiçav e. Li
    aliyekî çanda xwedavenda dayik, li aliyê din şewitandina jinên bî, kûştina pitikên keç di malzaroka
    dayikê de, tecawûzên bi kom. Li welatekî ku heta berî demeke kurt jin pîrozbûn, çawa dibe ku
    dijminahiya li dijî jinê evqas zêde bû? Para kedxwariyê div ê mijarê de çi ye? Û jinên Hîndîstanê di
    roja îroyîn de li dijî zayendperestî û hemû şiklên kedxwariyê di warê teorî û pratîkê de çawa li ber
    xwe didin?

2. Jiyanên reşik yên şîna wan nehatî girtin û zayendperestiya serdestiya spî
Li DYA´yê kûştinên bêdaraz yên reşikan, şîddeta polêsan, newekheviya sistematîk û cûdakarî
îfadeya rastiyeke gerdûnî li herêmê ye: Di nav pergala bio-polîtîk ya hegemonyayê de ên jiyana wan
´bêrûmet´ hatîn kirin, yên şîna wan nayê girtin, yên ku ji komkûjiyan re kirine hedef. Ev ew kesên
ku pergalê ji kokê bihejînîn in ger ku azad bibin. Bi mezinbûna tevgera BlackLivesMatter ya ku bi
pêşengaiya jinan hatî damezirandin re bilindbûna deshilatiya siyasî ya ku sembola serdestiya
sipiyane dikare tesadûf be?

3. Hişyarbûna Keçên Xwedawendan: Li Rojhilatanavîn Şoreşa duyemîn ya jinan
Li bakûrê Sûrî Atargatis, li Mezopotamya Îştar, li nav gelên Îranî Anahita, li Kurdistanê Star: Li
Rojhilata Navîn ya ku çanda xwedavenda dayik jiyankiriye, jin Duyemîn Şoreşa Jinê dihûnin. Lê li
ser vê erdnîgariya ku baviksalarî xwe bi cîh kiriye di roja îroyîn de di navbera serdestiya mêr û
azadiya jinê de têkoşîneke bêhempa dimeşe. Jiber dîrokiya vî warî têkoşîna azadiya jinê ya li
Rojhilata Navîn dikare wesfeke gerdûnî hilgire? Li vir di nav şoreşê de şoreş wateyeke xwe çawa
heye?

4. Şopdarên Gabriela: Tifaqa Jinan di teorî û pratîkê de
Jibo têkoşîna azadiya jinê ya bi bandor li dijî pergala baviksalarîyê pêwistî bi hevpariyê û tor
avakirinê heye. Lê tevî cûdahiyên di navbera me de em çawa dikarin werin ba hev hevpariyê bikin?
Têkoşîna hevpar li ser kîjan prensîban pêk tê, yekîtiya nêzîkbûneke çawa pêwîst e? Zehmetiyên ku
tifaq bi xwe re tîne çi ne, destkeftiyên bi xwe re tîne çi ne? Bi parastina taybetmendiyên xwe
modeleke rêxistinbûyîna hevpar di pratîkê de çawa tê bi pêşxistin?

5. #NiUnaMenos: Em ê yeka din kêm nebin
Qetla jinan li Amerîka Latîn ji zu ve gihaştiye asta komkûjiyê. Jinên ku bi salane jibo qetla jinan ji
aliye dewletê ve were dîtin û kûjer werin ceza kirin têkoşînê didin, bi berçav girtina rastiya ku
dewlet şirîkê sûc e, gihaştine encama ku; jibo pêşî lê girtina komkûjiya jinê rêxistibûyîneke bi hêz
pêwîst e. Tevgera Ni Una Menos ya ku ji Arjantînê derketî îro li tevahiya parzemînê û li asta
navneteweyî xwe bi rêxistin dike. Vêca em çawa dikarin komkûjiya jinan bisekinînin? Pêwistî bi
rêxistinbûyîneke çawa heye?

6. Vejîna çanda şoreşger: Rêxistinbûyîna jinan li Efxanîstanê
Efxanîstan, Îran, Tirkiye – dawiya 1970an û sere 80yan, salên ku civak û bi taybetî jî jinên Rojhilata
Navîn potansiyeleke mezin ya şoreşger bi dest xistibûn bûn. Hêzên hegemonîk bi derbeyên leşkerî,
komên îslamî û qetlên siyasî bersiva vê yekê dan. Van hêzan bi maskeya demokratîkbûnê anjî di bin
navê “têkoşîna li dijî terorê” ya ku 2001an dest pê kirîn di teşwîqa “şerên navxweyîn” yên bi xwîn
de bi awayekî aktif cihê xwe girtin. Di vê rêyê de li dijî potansiyela şoreşger ya jinê şerekî taybet bi
pêş xistin. Li vê erdnîgariyê kolekirina jinan tê wateya ji holê rakirina çanda şoreşger. Lê jinên
Efxan di bin şert û mercên dijwar de bi vejînkirina çanda xwe ya şoreşger li dijî kolekirinê têkoşînê
dimeşînin.

Rûniştina V. Oturum: Şoreşa di binyata min de: Em pêşeroja xwe bi
hev re bihûnin


Levketinên vê demê ne tenê rê li ber êşên mezin, şîddet û koçberkirina milyonan însan ji ser axa
wan vedike, herwiha şensê ku em rêya jiyana xwe birêsin dide ber me. Parametreyên pêşdîtinên me
çi ne? Di derbarê paşeroj, îro û pêşeroja xwe de em ji her demê bêhtir agahdarin. Bi her yek ji van
parametreyan em çawa dikarin tora xwe ava bikin? Divê nêzîkbûna piştevanîyê were gûhartin, lê
em çawa dikarin pratîka xwe, afirandinên xwe, hewldanên xwe û têkoşîna xwe hevpar bikin? Em
çawa dikarin bi hev ve bihûnin?

 Tevgera azadiya jinên reşik- Jinên reşik rastî zordestiya nîjadperest a hovane û halê wê yê di
şiklê kedxwariya koledar ya arkaîk û gelek şiklên êrîşên girêdayî wê hatin. Di heman demê
de jibo azadiya xwe şer kirin, û hîna jibo jinên şoreşger ên cîhanê re dibin îlham. Vêca rêya
niha li pêşiya me kîjan e û em çawa dikarin têkiliyên xwe xûrt bikin?
 Rengên wan yên bi mirês taswîra têkoşîna jinên Hîndîstanê ya li dijî polîtîkayên neolîberal
yên kapîtalîzmê û êrîşên berfireh yên baviksalariyê dike. Jibo piştevaniya cûdahiyan qada
pêwîst çawa ava dikin?
 Jinên Erebîstanê yên li dijî hegemonya kapîtalîst hêza xwe ya gerdûnî û herêmî wenda kirî,
û jiber baviksalariya hegemonîk ya Ereb ya gelek hişk du qet jidestçûyîna azadiyê jiyan
kirin. Em çawa dikarin sînorên di navbera jinên li herêmê xêzkirî li paş xwe bihêlin û bi hev
re tevbigerin?
 Di bin oldarî, feodalîzm, netewperestî, û karesata jiber şerên berdewam dikin de-koleya
koleyan-Jinên Kurdistanî hemû formên baviksalariyê red dike û bilind dibe. Dema hedefên
hevpar dibe mijar jin dikarin çawa bi hev re tevbigerin?
 Jinên daristanên baranê, Zapatîstayî ji me re heman tiştê bi awazeke cûda dibêjin. Têkoşîn û
berxwedana jinên daristanên baranê û yên jê wirdetir berdewam dikin. Li ser erdê ji me dûr
in, lê di nêrînê pir nêzîkî me ne.


Agahiyên teknîkî
Dîrok: 6-7 Cotmeh 2018
Saet: 09:00
Cih: Avahiya Xwendevanan ya Zanîngeha Goethe (Studierendenhaus an der Goethe
Universität), Mertonstraße 26, 60325 Frankfurt am Main

Zimanên ku wergera simûltane were kirin: Kurdî, İngiîlîzî, Almanî, Tirkî, İtalyanî, İspanyolî, Frensî
Bûhayê tevlîbûnê: 30€ (firavîn, qehwe û çay di nav de); 50€ bûhayê piştevaniyê (Ger hûn nikaribin
bûhayê tevlîbûnê bidin ji kerema xwe re bi me re bikevin têkiliyê)
Qeyd dê 5 Cotmeh saet 17:00´an dest pê bike
Cihê mayînê: Herî zêde jibo sê şevan li gel malbatên Kurd û malê hevalan mayîn. Wekî din jî bi
bûhayekê mûnasîb cih li pansîyonê hatine veqetandin.
Qeyd
Ji kerema xwe re heta 15 Îlon 2018 qeyda xwe bi rêya emaîlê bikin:
womenweavingfuture@riseup.net.
Di maîlê de van agahiya bidin: Pêwistî bi cihê mayînê heye an na, hebe jibo çend şevan, pêwistî bi
mêzekirina zarokan heye an na û li kîjan herêmê dijîn.
Jibo bername û bêhtir agahî, nûçe û bangewazî derbarê konferansê de malpera me bişopînin:
www.revolutioninthemaking.blogsport.eu